Navkurd

Şakirdê muhîm yê Seîdê Berê, Hemze


Kitêba biyografîk ya li ser jiyan, serborî û mucadela Hemzeyê Muksî, ji weşanên Kentê derket. Kitêba bi navê: Eski Said’in Ehemiyetli Talebesi: HAMZA (Şakirdê muhîm yê Seîdê Berê, Hemze.)  Ji hêla vekolîner Veysel Aydenîz ve hatiye nivîsandin.Hemzeyê Muksî di demên pêşî de yek ji şakirdên herî muhîm yê Seîdê Nûrsî ye ku li medresa Horhorê ya li Wanê ders jê girtiye û cara pêşîn tefsîra wî ya bi navê Îşaratul îcaz weşandiye.

Jiyana Hemzeyê Muksî ya bi macera û germ di kitêbê de bi berfirehî cih digire. Çend meqaleyên Hemze jî di vê kitêbê de cih digrin. Hemzeyê Muksî di dîroka kurdan ya siyasî û nêz de şexsiyetekî berbiçav û xwedî cihekî muhîm e. Ew di xebatên wekî avakirina Kurdistan Tealî Cemiyetî û di avakirina Xoybûnê de jî roleke aktîf dileyize.

Di dîroka weşangeriya kurdî de ciheke mustesna ji bo Hemze heye. Mem û Zîn li Tirkiyê cara pêşî ji hêla Hemzeyê Muksî ve hatiye weşandin.

Wekî din kovara Jînê ya navdar 20 jimarên pêşî di bin îdareya Hemzeyê Muksî de weşiyaye. Wekî ku tête zanîn ev kovar di salên 1918-1919an de 25 jimar weşiyaye.

Rûpel: 152
Nivîskar: Veysel Aydeniz
Weşanxane: Kent Işıkları
ISBN: 978-9944-360-64-7

Şîrove

B
i
u
Quote
Code
List
List item
URL
Nav *
Email (Ji bo pirs û bersîva)
Kod   
Bişîne
 

TVyên Kurdî








Pirtûka Latîf Epozdemîr

Mêvanên Malperê

Vê gavê 12 mêvan di malperê de ne

NIVÎSKAR

Parveke

  • Agahî

  • Lêpirsîn

Malpera me a kevn

www.navkurd.net

Reforma Kurd
 

Nivîsên Dawî

Nivîsên Popûler

Agahî

Geli Xwendevanên hêja, ji hinek nivîsan ra gelek şirove tên. Em nikarin hemuyan di vêderê da biweşînîn. Ji vir şunda şiroveyên we ji jib o kîjan nivîsê be, em di bin wê nivîsê da diweşînin. Sevgili okuyucular, bazı yazılara gelen yorumların çokluğu nedeniyle hepsini bu bölüme yansıtma olanağımız olmadığı için bundan böyle yorumları ilgili yazının altında yayınlayacağız. Silav û rêz…

NavKurd