Navkurd

Madeya 140’ê xeta sor e!


Îro li bajarê Kerkûkê di civîneke çapemeniyê de berdevkê polîtburoya YNK’ê Azad Cindiyanî destpêka berxwedanî û paşêrojê ya Kerkûkê ragihand.

Di plana 22’ê tîrmehê de neyarên gelê Kurd û demokrasiya li Iraqê li parlamentoya Iraqê, beyî beşdariya kurdan û çend aliyên din qanûna hilbijartina parêzgehan pesend kir ku madeya 24’ê ya vê qanûnê metirsiyeke mezin bû bo Iraq, prosesa siyasî, paşeroja Iraqê, têkiliyên neteweyî û olî. Paşê xelkê Kerkûkê jî li dijî wê qanûnê derket û xwast bi awayekî demokratîk nerazîbûna xwe der bibirin lê plangêran, jimareyek ji welatiyên kurd ên li Kerkûkê kirin amanc û di dema xwepêşandana Kerkûkê de bombeyek teqandin û di encamê de jimareyek kurd şehîd û birîndar bûn.

Di destpêka kongreyê de sernivîskarên rojnameya Kurdistanî New Stran Ebdulla amaje bi naveroka civîna çapemeniyê kir û qala plana gruba 22’ê tîrmehê kir.

Paşê berdevkê polîtburoya YNK’ê Azad Cindiyanî amaje bi plana 22’ê tîrmehê kir û amancên piştî wê plane aşkere kir ku wek planeke mezin li dijî prosesa siyasî ya Iraqê, têkiliyên neteweyî û olî û li dijî mafên xelkê Kurdistanê, nemaze yên Kerkûkê wesf kir.

Cindiyanî rola serok Talebanî, serok Barzanî û nûnerên din ên kurd li Bexdayê bilind nirxand ku karîne wê planê bilezî pûç bikin û qala helwesta xelkê Kerkûkê kir ku di xwepêşandaneke cemawerî de di 28’ê tîrmehê ya 2008’ê de xewna şovenîst û plangerên gruba 22 tîrmehê pûç kirin.

Cindiyanî di axaftina xwe de cext li ser bicihanîna madeya 140’ê ya destûra Iraqê jî kir û got: “Madeya 140’ê xeta sor e. Madeya 140 çareseriya pirsa Kerkûk û navçeyên dabirî ye.”

Şîrove

B
i
u
Quote
Code
List
List item
URL
Nav *
Email (Ji bo pirs û bersîva)
Kod   
Bişîne
 

TVyên Kurdî








Pirtûka Latîf Epozdemîr

Mêvanên Malperê

Vê gavê 16 mêvan di malperê de ne

NIVÎSKAR

Parveke

  • Agahî

  • Lêpirsîn

Malpera me a kevn

www.navkurd.net

Reforma Kurd
 

Nivîsên Dawî

Nivîsên Popûler

Agahî

Geli Xwendevanên hêja, ji hinek nivîsan ra gelek şirove tên. Em nikarin hemuyan di vêderê da biweşînîn. Ji vir şunda şiroveyên we ji jib o kîjan nivîsê be, em di bin wê nivîsê da diweşînin. Sevgili okuyucular, bazı yazılara gelen yorumların çokluğu nedeniyle hepsini bu bölüme yansıtma olanağımız olmadığı için bundan böyle yorumları ilgili yazının altında yayınlayacağız. Silav û rêz…

NavKurd